image

PeyamaKurd – Li gor ragihandina Partiya DEVA yê; cîgirê serokê Partiya GELECEK ê Selçuk Özdağ wexta ji mala xwe derdiket û diçû limêja înê, grûbekî çekdar êrîşê wî kirin û wî ji dest û serê wî birîndar kirin. Li ser birîndariya wî, wî birine nexweşxanê.

Di pey Özdağ de nûnerê rojnama Yeniçağê yê Ankarayê Orhan Uğuroğlu li ber mala xwe ket ber êrîşekî. Li ser van êrîşan Partiya DEVA yê beyanekî da çapemeniyê û got ku armanca van êrîşan ew e ku çavê muxalefetê birirsînin û beyan weha dewam dike:

“Em êrîşên ser siyasetmedar hem cîgirê serokê Partiya GELECEK ê Selçuk Özdağ û rojnamevan nûnerê rojnama Yeniçağê Orhan Uğuroğlu şermezar dikin. Em ji wan re dibêjin derbasbûyî be.

Piştî êrîşê endamên me yên nevenda giştî Mehmet Emin Ekmen û İdris Şahin, li nexweşxanê Özdağ ziyaret kirine û bi cîgirên serokê Partiya GELECEK ê Ayhan Sefer Üstün, Feridun Bilgin û bi Feramuz Üstün re hevdîtin kirine.

Îtîfaqa Cumhur ew kes an partiyên ku naecibînin û muxalifin, rojnamevanên ku naecibînin, rêxistinên sîvîl û kesên ronakbîr ‘terorîst’ û ‘xayîn’ nîşan didin û di van şertan de her dû kes ketine ber êrîşan. Hewl didin ku muxalifan bitirsînin.

Em bang li rêzdar serokkomar û hevkarên wî yên biçûk dikin ku ferqê nexin nava xelkê, wan nekin dijminên hev, nefretê neçînin nav xelkê û dev ji zimanê xwe yê bi van awayan berdin.”