image

PeyamaKurd – Serokê Komîsyona Ewropayê Charles Michel û Seroka Komîsyona  Ewropayê Ursula von der Leyen roja Sêşemê dema li Enqerê ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hatibûn pêşwazîkirin, bêrêziya protokolê li Leyen hatibû kirin û ew li ser lingan hatibû hiştin.

Mijara bêrêziya protokolê li medya cîhanê deng veda û Serokê Konseya Ewropayê li ser rexneyên lê hatin kirin ku dema Leyen li ser linga ma çima bertek nîşan nedaye, bersiv da.

Charles Michel dibêje, wekî ku ez li hember wan dîmenên derketine xemsar mame hatiye nîşandan ku ev nerast e û prensîbên rêzgirtinê ji bo min jî pir girîng in.

Michel di dewamê de xemgîniya xwe ya ku Leyen li ser lingan maye tîne ziman û diyar dike, rayedarên tirk prtotokeleke tund pêk anîne û wekî ku kêmtir girîngiyê din Seroka Komîsyona Ewropayê helwest nîşan dane.

Michel herwiha gotiye ji bo ku wî û Ursula von der Leyen nexwestine ev yek bibe sedema rewşeke nexwestî wê kêliyê bertek nîşan nedane.