image

PeyamaKurd – Rêvebirê Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan ya Sûriyê (SOHR) Ramî Abdurrahman bo êrîşa Amerîkayê li Sûriyê got ku ew bo Îranê ji peyamekî zêdetir bû.

Rêvebirê SOHR ê Ramî Abdurrahman tevlî bernama K24 ê bû û got ku ew bersiva êrîşa ser balafirgeha Hewlêrê bû. Ciyê hatiye bombebaran kirin di navbera Sûriyê û Iraqê de deriyekî ne fermiye û di bin desthilatiya Haşdî Şabî de ye. Rêvebirê SOHR ê Ramî Abdurrahman weha got:

“Ew bersiva êrîşa balafirgeha Hewlêrê ye. Ew ji peyamekî zêdetir bû ku dê Îran li herêmê, bê bi siyaseteka Amerîkayê ya çawa re rû bi rû bimîne. Li Sûriyê Meyadîn û Bûkemala bi ser bajarê Dêrezorê bi temamî di destê grûbên bi ser Îranê de ne. Li Sûriyê 4 hezar km2 ax di destê 25 hezar mîlîsên bi ser Îranê de ye û Îran wan fînanse dike.”

Abdurrahman her weha got hêza Afxan ya bi navê Tûxay a Fatîmiyyûn ji krîza navbera HSD ê û Sûriyê fêde dibîne û xortên di navbera Qamîşlo û Hasekiyê de dixebite da bikşîne cem xwe.

Rêvebir li ser çareseriya mijara Sûriyê got ku dê Tirkiye û grûbên Îranê ji Sûriyê vekişin û dê Rûsya û Amerîka ji mijarê re çare bibîne.