image

PeyamaKurd - Tevgera Talîbanê ragihand ku ti alternatîfeke rêkeftina aştiyê ya Talîbanê di sala 2020an de ligel rêveberiya Trump îmze kiriye.

Talîban bi daxuyaniyekê ragihand ku divê hemû bendên rêkeftinê werin bicihanîn û da xuyakirin: “Baweriyeke tam a Tevgera Talîbanê bi rêkeftina agirbestê ya navbera Talîban û Amerîkayê heye û wek amrazeke çalak û bi bandor bo çareserkirina pirsgirêkên Afganîstan û bicihkirina aştiyê dibîne.”

Talîbanê bal kişandiye ser hin têbiniyên rêkeftinê û diyar kiriye, ligel hebûna çend têbiniyan jî rêkeftin baştirîn rê ye ji bo aştiyê.

Meha Sibata sala borî, îdareya Trump bi rêya Wezîrê Berê yê Amerîkayê Mike Pompeo li Dohaya paytexta Qeterê rêkeftina aştiyê ligel tevgera Talîbanê îmze kiribû.

Li gorî rêkeftinê divîyabû ji bo rawestandina şer, hêzên Amerîkî ji Afganistanê werin vekişandin û hikûmeta Afganîstanê ji bo vekişandina hêzên Amerîkî hatiye erkdarkirin.

Rêveberiya Serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku hûrgiliyên rêkeftinê di ber çav re derbas dikin û ti demeke diyarkirî jî ji bo vekişîna hêzên xwe ji Afganîstanê destnîşan nekirine û divê Talîban niyeta xwe ya baş ji bo rawestandina êrîş û tundûtûjiyan nîşan bide.

Wezîrê Derve yê Afganîstanê Mihemed Etmar jî ragihandiye ku vekişîna hêzên Amerîkayê bi mercê vekişîn an jinavbirina komên çekdar li nav axa Afganîstanê ve girêdayî ye û hejmara wan zêdeyî 10 hezar kesan e.