image

PeyamaKurd – Tîma pizîşkên pispor ên Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ji bo lêkolînan li ser derketina vîrusa koronayê Covid-19 bike, gihîşt bajarê Wuhan ê eyaleta Hubei ya Çînê.

Hat ragihandin ku wê pisporên WHOyê bi zanyarên Çînî re li ser destpêka vîrusa korona ku di dawîya sala 2019an cara pêşî li Wuhanê hatibû dîtin, lêkolînan bikin. Tîma WHO ji ser Sîngapurê derbasî Çînê bûbû û du hefteyan di karantîneyê de mabû.

Biryar bû tîma WHO di serê vê mehê de li Çînê bûya, lê ew serdan ji alîyê Çînê ve hatibû derengxistin.

Amerîka, Çînê bi ragihandina dereng ya ser vîrusa korona tawanbar dike.

Çînê ser tawanbarkirina Amerîka xwestibû ku WHO ser destpêka vîrusa korona lêkolîneke serbixwe bike, lê piştre serdana pisporên WHOyê bipaş xistibû.