image

PeyamaKurd – Tirkiye, Azerbeycan û Tirkmenistan di navbera xwe de peymanekî girêdan. Peymana bi navê ‘dostaniyê’ li ser lêgerîna hîdrokarbonê ye ku di Derya Hazarê de her sê dewlet bi hevre lê bigerin û bipêş bixin. Li gor ragihandina Tirkiyê wê ev peyman û proje pêdiviya enerjiya Awrûpayê bêhtir temin bike û bibe alîkar bo ewlehiya Awrûpayê.

Di derya Hazarê de bi salaye ku di navbera Azerbeycanê û Tirkmenistanê de li ser seha hîdrokarbonê astengî hene ku yê kîjan welatiye û niha bihevre wê lêgerînê bikin. Di seha Hazarê de tê texmînkirin ku li dora 60 mîlyon ton petrol heye.

Li ser wexta dîtina petrolê an xazê dê kîjan dewlet çiqas jê fêde bibine nehat ragihandin.