image

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Tirkiyê, li ser gotinên Balyozê Îranê yê Bexdayê Îrec Mescîdî ku gotibû, “Em destwerdana leşkerî ya li nava Iraqê red dikin û nabe hêzên Tirkiyê bi ti awayî bibin gef li ser axa Iraqê yan jî dagîr bikin’ bertek nîşan da.

Wezareta Derve ya Tirkiyê ji bo li ser wan daxuyaniyên balyozî Bexdayê yê Îranê hişyariyê bide Îranê bangî Balyozê Îranê yê Enqerê Mihemed Ferezmend kir.

Medya Tirk ragihandiye ku ji ber Balyozê Îranê yê Bexdayê Îrec Mescîdî Tirkiye bi binpêkirina serweriya Iraqê renexe kiriye, Wezareta Derve ya Tirkiyê bangî Balyozê Îranê yê Eqerê kiriye û bertek ji Balyozê Îranê re nîşan daye û jê xwestiye li dijî têkoşîna bi terorê re piştevaniya Tirkiyê bikin.

Beriya bangkirina balyozê Îranê, balyozê Tirkiye yê Bexdayê Fatih Yildiz jî li ser twitterê gotibû, “Balyozê Îranê kesê herî dawî ye ku derbarê rêzgirtina li sînorên Iraqê de şîretan li Tirkiyê bike.”

Balyozê Îranê yê Bexdayê Îrec Mescidî di hevpeyvîneke ligel Rûdawê de ev daxuyaniya ku bûye sedema krîzê di navbera herdu welatan de dabû:

“Pirsa Şingalê çi pêwendî bi Tirkiyê ve heye, ev pirseke navxweyî ya Iraqê ye û divê Iraqî bi xwe çareser bikin. Endaman werbigirin û biryarê li ser bidin, dibe ku beşek pêwendî bi Herêma Kurdistanê ve hebe, pêwendî bi Şingalê bi xswe ve hebe, pêwendî bi hikûmeta navendî ve hebe, ti pêwendiya wê bi Tirkiyê re nîne ku gefan bixwe yan jî biryarê li ser vê babetê derbixwe. Eger weha be, em her gefekê ji aliyê Tirkiyê yan jî aliyên din ve red dikin.

Em destwerdana serbazî li nava Iraqê red dikin û nabe hêzên Tirkiyê bi ti awayekî bibin gef li ser axa Iraqê yan jî dagîr bikin. |Divê hêzên Iraqî bi xwe asayîşê peyda bikin, Hêzên Herêma Kurdistanê li navçeyên xwe asayîşê biparêzin û asayîş li navçeyê bê cêgîrkirin. Em vê yekê rast nabînin ku Tirkiyê yan jî her welatekî din li Iraqê destwerdana serbazî bike, yan jî pêşveçûneke serbazî encam bide, yan jî hebûna wê ya serbazî hebe. Min di bersiva pirseke pêş de jî got, divê Tirkiyê vegerin ser hêl û sînorên xwe yê navdewletî û li wir cêgîr bibin û asayîşa Iraqê ji aliyê Iraqiyan bi xwe ve bê peydakirin.”