image

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand bo normalîzekirina têkiliyên navbera Emaratan û Îsraîlê peymanekî îmze kirine. Navê peymanê “Peymana Îbrahîmê” an ku “the Abraham Accord”.

Dewleta Emaratê ragihand ku bo çêkirina têkiliyên dualî û normalîzekirina têkiliyan dê nexşeyekî  deynin û li dûv nexşeyê herin.

Trump jî ragihand ku wê peymanên weha li herêmê çêbikin. Li gor ajansa Reutersê jî li hemberê rakirina îlhaqa Îsraîlê bo ser Şerîa Rojava, peymanê îmze kirine.

Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû jî peymanê qedirbiha nirxand û plana îlhaqa Şerîayê bipaş de xistine.