image

PeyamaKurd – Platforma medya civakî Twitter a ku navenda wê Amerîkaye, bi sedema ku tevliheviyê an ku manîplasyonê dikin, 373 hesabên ku têkildarê Îran, Rûsya û Ermenistanê girt.

Li gor ragihandina Twitterê; 238 hesabên ku li Îranê kar dikin bi sedema baweriya NATO yê qels dikin, 100 hesabên ku li Rûsyayê ne bi sedema Amerîkayê û YA yê xistine hedefa xwe hatine rakirin.

Di beyana Twitterê de her weha 35 hesabên Ermenistanê ku tenha Azerbeycanê xistine hedefa xwe hatine girtin.