
PeyamaKurd – Di derbarê civîna Papa Francis û Merciya Bilind a Şieyên Iraqê de, Vatîkanê beyanameyek belav kir.
Papa Francis, îro serdana Necefê kir û li gel Merciya Şîeyên Iraq Ayetulla Elî Sîstanî civiya.
Li gor beyanemaya Vatîkanê de hat ragehandin, civîna Papa Francis û Ayetulla Elî Sîstanî, 45 xulekan berdewam kiriye û Papa qala girîngiya alîkarî û dostaniya olan kiriye.
Papa Francis di heman civînê de behsa girîngiya rêzgirtina hevbeş û danûstandinên bo avakirina aştiyê û xêr bo gelên Iraqê û mirovahiyê bi giştî jî kiriye.
Daxuyaniya Vatîkanê de hat diyarkirin, Papa Francis ji ber li hember tundiyê rawestaye, spasiya Merciya Bilind a Şîeyên Iraqê kiriye û ragihandiye: ‘‘Jiyana mirov pîroz e.’’
Add Comment: