image

PeyamaKurd – Beşa eformasyona leşkerî ya Brîtanyayê Janes ragihand ku wê Amerîka fuzeyên ‘sîstema stealth’ ku tê gotin digihîjin heta Rûsyayê bistîne.

Janesê îdia kiriye ku wê wê Amerîka 400 fuzeyên bi teknolojiya stealth yên AGM-158B JASSM-ER li hêzên Asmanî yên Amerîkayê zêde bike û bi vê sîstemê bêyî ku balafirên bombardimanê B-52 bikevin qada asmanî ya Rûsyayê ya sîstemên S-400ên rûsî bikarin li armancên xwe bidin.

Li gorî nûçeyê Hêzên Asmanî yên Amerîkayê bi kompaniya Lockheed Martin re rêkeftin çêkiriye ku tê pêşbînîkirin 400 moşekên stealth heta nîvê sala 2025an werin hilberandin û radestkirin.