image

PeyamaKurd – Wezîrê Bergiriya Îsraîlê Benny Gantz, ji Fox News a Amerîkî re da xuyakirin, heger Îran di xebatên pêşxistina çekên atomî de neyê sekinandin, wê Îsraîl bi serê xwe tevbigere û berevaniya xwe bike.

Gantz li ser amadekariyên Îsraîlê bo êrîşeke ser kargehên nukleerî yên Îranê diyar kir ku ew di pêşxistina planên xwe de di asta herî profesyonel de berdewam in.

Wezîrê Îsraîlê daye zanîn ku heger dinya bikare Îranê rawestîne wê çêtir be, lê berevajî wê Îsraîl dikare bi serê xwe tevbigere û berevaniya xwe li hember Îranê bike.

Gantz herwiha nexşeya ku di destê Hizbullahê de bi sed hezaran roket û moşek hene belav kir.

Hêjayî gotinê ye, sererkanê artêşa Îsraîlê Aviv Kochavî jî 27ê meha Çile ragihandibû wî ferman daye ji bo pêşîgirtina bernameya atomî ya Îranê planên nû yên operasyonan bên amadekirin.