image

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê Hulusi Akar bi sedema serenake fermî li Bexdayê ye. Piştî hevdîtina bi serokê Iraqê Berhem Salih re çû seredana wezîrê karê hundir El Xanimî û li wezaretê bi merasimeka fermî ya leşkerî hat pêşwazîkirin.

Di armanca seredanê de têkiliyên navbera her û dewletan, pirsgirêkên herêmê û mijara PKK ê heye. Bi wezîr Akar re serokerkanê Tirkiyê orgeneral Yaşar Güler heye.

Li gor medya herêmê bi îhtîmaleka mezin wê Hulusi Akar here herêma Kurdistanê payîtext Hewlêrê û bi rêvebirên Kurdistanê re hevdîtinan bike.