image

PeyamaKurd – Li ser sala duyem a belavbûna vîrûsa Koronayê, Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) hişyarî da û diyar kir, dê ji sala yekem dijwartir bibe.

Li gor Rêveberê Bernameya Hawarçûnê ya Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) Michael J. Ryan di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Nîşane ber bi wê yekê diçin ku sala duyem a pandemiya Koronayê, dê ji sala ewil a belavbûna pandemiyê dijwartir bibe.”

Michael J. Ryan destnîşan kir: “Ev nerîn, pêwendiya wê bi belavbûna zincîrên nû yên vîrûsa Koronayê heye, ku ji nifşê yekem gelek bileztir belav dibe.”

Ji meha Sibata 2020an ve, ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê (Covid-19) cîhan li hember qeyraneke mezin a tendirustiyê rûbirû maye, ev jî bûye sedema wê yekê ku sektora aboriyê, bi taybetî veguhestin, geştyarî, borsaya cîhanî zirareke mezin dît.

Heta niha zêdetirî 90 milyon kes li seranserê cîhanê bi vîrûsa Koronayê ketine û di van çend hefteyên dawî de jî, mirinên herî zêde li welatên Ewropa û Amerîkayê hatin tomarkirin û belavbûna vîrûsê jî bileztir bûye.