image

PeyamaKurd – Yekîtiya Awrûpayê, wezîrê karên derve yê Sûriyê Faysal Miqdad ku nû hatiye tayînkirin, xist nava lîsta dorpêçê. Konseya Yekîtiya Awrûpayê ragihand ku wan lîsta dorpêçê fireh kiriye. Di beyana Yekîtiya Awrûpayê de weha hat gotin:

“ Dema em rewşa li Sûriyê ya ciddî didin ber çav û Faysal Miqdad jî bûye wezîrê karên derve, divê li gor biryara pêveka 1 ê ya sala 2013an, em wî bixin lîsta dorpêçan. Miqdad li ser mirina wezîrê karên derve yê berê Welîd Muallim di sala 2020an meha 11an de di şûna wî de hat tayînkirin.”

Bi xistina Miqdad ya lîsta dorpêçê ya Yekîtiya Awrûpayê jimara dorpêçkiriyan gihaye 289 kesan.