image

PeyamaKurd – Serokê berê yê şaredariya navçeya Sûrê ya Diyarbekirê Abdullah Demirbaş, di bernameya Netew TV de bû mêvanê rojnamevan Zeynep Çager û bersiva pirsên wê dan.

Demirbaş li ser pirsgirêk û nakokiyên layengeriya navbera kurdan dibêje, “Em dikarin hevdu bi tundî rexne bikin, lê nabe em gotinên nexweş ji hev re bikin. Divê pêşî em di nav xwe de demokrasiyê ava bikin û tehemûla hev bikin. Di nav netewa me de fikr û nêrînên cuda  hene û divê di navbera me de hevtêgihîştinek hebe. Demokrasî jî ew e ku dema tu mafê jiyanê bidî yên ne wekî xwe dibî demokrat.”

Abdullah Demirbaş li ser pêwîstiya tifaqa navbera Kurdan got, “Gotinek heye dibêjin, heger di nav malekê de tifaq hebe, meheleyek pê nikare. Li meheleyekê tifaq hebe bajarek pê nikare. Li bajarekî jî tifaq hebe, dewletek pê nikare. Lê heger li dewletekê tifaq hebe dinya pê nikare.”

'Divê belgeya me ya hevbeş a stratejîk hebe'

Demirbaş axaftina xwe de, bal kişand ser sedemên nebûna demokrasîyê di navbera aliyên kurdî de û got, “Em hevdu bi xayîn, tirşikçî filan bêvan tawanbar dikin. Erê krîtera vê çi ye? Li gorî min krîtereke (pîvaneke) hevpar a tevahiya kurdan bigire nav xwe tune ye. Heger em kongreyeke netewî pêk neyînîn û xetên xwe yên sor diyar nekin, wê her kes hevdu tawanbar bike. Û sedema pêk nehatina kongreya netewî jî partiyên kurd in. Divê belgeya me ya hevbeş a stratejîk a netewî hebe ku ew jî bi kongreyeke netewî dikare bê çêkirin.”

Di berdewamê de Demirbaş dibêje, heta belgeya stratejîk a tevahiya netewa kurd bigire nav xwe neyê ragihandin wê nakokiyên navbera partî, rêxistin û aliyên kurd berdewam bikin û dîsa hevdu bi têgehên wekî xiyanet û tiştên din tohmetbar bikin.

'Divê beşên din ên Kurdistanê ji hevdu re nebin asteng'

Demirbaş got, her çiqas taybetmendiyên beşên din ên Kurdistanê ji hev cuda bin jî divê ev yek ti carî nebe sedema astengkirina wergirtina maf û statuya beşên din.

Abdullah Demirbaş di bernameyê de, bang li Serok Mesûd Barzanî jî kir ku înîsiyatîfê bigire ser xwe û ji bo civandina kongreyeke netewî û lihevanîna kurdan bikeve tevgerê û heta rê bibîne bi Abdullah Ocalan re jî rêyeke danûstandinê veke.

Îdia û dozên hatine vekirin bê bingeh in

Abdullah Demibaş li ser tayînkirina qeyûman û ji kar avêtina wan jî diyar kir ku bi hincetên pûç doz li wan vekirine ji ber ku pêvajoya çareseriyê bidawî bûbû qûrban ji wan re lazim bû û ew jî bi vî awayî kirin.

Li ser rexneyên derbarê vekirina ji îmarê ya deverên dîrokî û baxçeyên Hewselê jî Demirbaş got ku ew der hemû tapokirî ne û beşek ji wan jî milkê dewletê ye û wan di heyama şaredariya xwe de ti biryarek li ser nedaye, ji ber mafê wan tune bû.