image

PeyamaKurd - Bi mîlyonan Kurd li derveyî Kurdistanê, li welatên Ewrûpî û yên din dijîn. Êdî rewşa wan Kurdan çi ye û ew di çi halî de ne? Gelo ji Ewrûpayê rewşa Kurd û Kurdistanê çawa xuya dike? Em li ser van mijarên girîng bi ”Serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê” Kovan Amedî re axivîn. Amedî dibêje ku divê Gelê Kurd, tenê ji bo berjewendiya gelê xwe bixebite û li pey siyaseta partî û dewletên dagirker neçe.

Kurdan kengî berê xwe dane Ewrûpayê?

Kurdan di salên 60-70 ê an de berê xwe dane Ewrûpayê. Yên ku di salên 60 î hatine Ewrûpayê piraniyên wan wek xwedevan bûne, pîştî salên 60 î û wê de hejmarek baş wek karker hatine û piraniya wan jî ji Kurdên Antoliyê bûne. Di sala 1972´an de piştî ku cuntaya eskerî li Tirkiyê hat ser hukum, gelek Kurdên rewşenbîr û çalakvanên siyasî berê xwe dane welatên Ewrûpayê. Beşek jî hatine welatê Swêdê.

Hejamara Kurd´an çi qas e?

Bersîvek 100 % gelek zehmet e. Kurd ne xwedî dewlet´in, ji ber wê yekê jî wek hemwelatiyên dewletên kolanyalîst ên weke Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûriyê tên hesibandin. Rêjeya ku ez bidim texmînî ye. Tê gotin ku li Swêdê li dor 150 000 niştecîhên Kurd dijîn. Bi tevayî li Ewrûpayê nêzî 2 mîlyonan e û piraniya wan jî li Almayayê dijîn.

Kurdên li Ewrûpayê bi piranî kîjan karan dikin?

Kurd, li Ewrûpayê, her ku diçe nufusa wan zêde dibe, nifşeke ciwan û dînamîk çêbûye. Kurd êdî wek berê ne tenê karker in. Ev yeka di qadên cuda yên jiyanê de jî bala meriv dikşîne. Kurd di siyaseta Ewrûpî de jî aktîf in, di parlametoyên welatên Ewrûpayê de wek parlamenter hene. Di sînemayê de wek hunermend, di medyayê de wek rojnamevan hene, di mahkemeyan de wek huqûqzan hene û di zanîngehan de wek akademîsyen hene.

Çi ferqa Swêdê ji van welatên din heye?

Swêd, bûye welatê  duyem yên Kurdên niştecihê Swêdê.  Civata Swêdê di hemû waran de birêxistînî ye. Li wir zêdeyî 200 hezar komeleyên çand-huner, spor-civakî yên cuda hene. Hukumet û dezgehên fermî, gelek girîngiyê didin bi sazî û rêxistinên  demokratîk.

Komeleyên demokratîk rolekî mezin di pêşveçûna civatê de dilîzin. Pir caran hukumet, bi riya rêxistinên sivîl ve rasterast fêrî pirsgirêk û daxwazên cûda yên civatê dibin. Bi vî rengî, ew hewl didin ku çareseriyê ji pirsgirêkan re bibînin. 

Çi xebatên Federayona Komeleyên Kurdistanê hene?

Federayona Komeleyên Kurdistanê li Swêd, di sala 1981ê de hatiyê damezrandin. Ji wê rojê vir de di xebatên wek Demokrasî û Entegrasyon, ji bo Civateka Piralî û Firekulturî, ji bo xebata entegrasyonê, ji bo pirsên civata Kurd li Swêdê, ji bo ziman, folkor, kultur û nasnameya Kurdî, ji bo kêmendam û pirsên Salmezinên Kurd li Swêdê kar dike, di xebata dijî cudayetî û faşîzmê de, di xebata li dijî şîddetê û bikaranîna maddeyên narkotîkê de, Ji bo civatek azad û wekhev de, di pirsa jinan û ciwanên Kurd li Swêdê  de  bi projeyên cuda xebatên xwe dimeşîne. Her usa bo piştgiriya doza azadiya gelê Kurdistanê de xebata lobiyê dike.

Yek ji xebatên girîng yên FKKS´ê jî, zulm û zordestiya dewletên dagîrker li ser gelê Kurdistanê, bi xebatên wek meş, mîtîng û konferansan teşhîr kirin e. Ji bo peydakirina dost û hevalbendan bo doza azadiya Kurdistanê, xebata lobîyê dimeşîne. FKKS, tu ferq û cudayetiyê naxe nav beşên Kurdistanê. Şîara me her tim,  Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilat, Kurdistan yek welat bûye.

Kurdên li Swêd û Ewrûpayê di qada ziman û wêjeya Kurdî de çawa ne?

Kurdên Swêdê di warê ziman û edebiyata Kurdî de kedên mezin dan,  bi taybetî di 40 salên dawî de, li ser vê mijarê xebatek pir cidî hate kirin. Nemaze bi hatina cunta leşkerî ya li Tirkiyê di 1980yan de, gelek kadir û serkirdayetîyên Kurd, Swêd hilbijartin.

Swêd, di nav welatên Ewropî de xwedî sîstema herî demokratîk e. Ew girîngiyê didin xebatên ziman, çand û wêjeyê û ji bo pêşketina wan dibe alîkar.  Zarok û ciwanên ku bi eslê xwe biyanî ne, dikarin ji dibistana seretayî heya lîseyê, heftê saetek, perwerdehiya zimanê zikmakî bibînin. Kurd jî ji vê mafê sûd wergirtin.

Di warê ziman û wêjeya Kurdî de xebatên we yên çawa hene?

Kurdên ku tercîh kirin ku li Swêdê bicîh bibin, girîngiyek mezin dan xebatên xwe yên li ser ziman û edebiyata Kurdî. Li gorî welatên Ewropî yên din, kadroyên siyasî yên Kurd ku li Swêdê bicîh bûne, pêşengiya ziman û edebiyata Kurdî kirin. di 1978-an de kovara çand û hunerê Roja Nû derxist.  Di destpêka 1980´yan de, weşanxaneyek bi navê Roja Nû damezrandin. Li ser Ziman û Wêjeya Kurdî, li ser dîroka Kurd nêzîkî şêst pirtûk weşandin.

Bi navê Armanc koverek derket. Her usa bi navê weşanxaneya Jîna Nû bi dehan pirtûkên li ser ziman, edebiyata Kurdî hate weşandin.  

Kovara Berbang, ku organa ragîhandinê ya Federasyona Komeleyên Kurdistanê ye, ji 1982 heta 2010´an bi rêkûpêk hate weşandin. Kovara Berbag´ê bi du lehçeyên kurdî ( kurmancî û Soranî û carna jî zazakî) jî nivîs dihate weşandin.

Kurdistan Press di 1986an de ji hêla Orhan Kotan û hevalên wî ve hate damezrandin. Kurdî û Tirkî 15 rojan carekê heta 1992´an hate weşandin.  

Çapxane û weşanxaneya Apec Tryck di sala 1988´an de ji hate damezrandin. Ji bo pêşvebirina zimanê Kurdî, pirtûkên bi Kurdî û bi taybetî pirtûkên zarokan bi hemû lehçeyên Kurdî diweşîne.

Komek rewşenbîr û nivîskarên Kurdên Anatoliya Navîn di 1997´an de kovarek bi navê Bîrnebûn derdixînin. Ev kovar bi gelemperî ziman, folklor, edebiyat û dîroka Kurdên Anatoliya Navîn e.

Banka-Pirtûka Kurdî-SARA di 1987 de li Stockholm, paytexta Swêdê, hate damezrandin. Ew bi dîroka kurd, wêje û nirxên çandî berhev dike û arşîvek kurdî çêkir.  

Pirtûkxaneya Kurdî, di sala 1997an de li Swêdê li bajarê Stockholmê hate damezrandin.  Gelek nivîskar, lêkolîner û xwendekar dikarin ji bo tez û lêkolînên xwe li Pirtûkxaneya Kurdî çavkaniyên pêvîst peyda bikin.  

Weşanên Nûdem  ku ji hêla Fırat Cevheri ve hate damezrandin. Pirtûkên li ser roman, ziman û edebiyata Kurdî diweşîne.

Ew kovar û weşanxaneyên ku min li jor navên wan daye, ji bilî kovara Berbangê hemû jî ji aliyê Kurdên bakur ve hatine meşandin. Bê şik Kurdên beşên din jî di warê çand û zimanê Kurdî de gelek xebatên wan jî hene.

Weqfa Çanda Kurd di 1986´an de li Swêdê hate damezrandin. 40 xwendekar sê caran ji Bakurê Kurdistanê anîn. Mamosteyên Kurd li Zanîngeha Uppsalayê bi perwerdehiyek bilez a 6 mehan hatin perwerdekirin.

Zarokên Kurdan yên li Swêdê bi zimanê Kurdî dizanin?                                              

Zarokên Kurdan bi dê û bavên xwe ra xasima zarokên ku di salên 1980´yî de hatine Swêdê, piraniyên wan kêm zêde bi kurdî diaxivîn. Zarokên ku li Swêdê ji dayika xwe bûne, bi taybetî zarokên bi hişmedî û terbiya netewî  li malê  perwerde dibin, bi kurdî dipeyivin.                                                                                                                                           

Mixabin ev çend salên dawî, rêjeya zarokên dersa zimanê Kurdî di dibistanan de kêm bûye. Dikarim bêjim ku ewana  zarokên ji nifşên sisêyan e. Ewî yekê me wek xeterek li ser ziman û nasnameya kurdî dît.

Me xetera ku li ser zimanê Kurdî li welat û bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê li ber çavan girt û di roja 24.08.2020´an de kampayayek li ser zimanê Kurdî vekir.

Wek tê zanîn li welat jî Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî bi hevre di 21ê meha şibatê 2021ê de ”bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyiyê û bibe zimanê fermî li Tirkiye”  kampayayeke tomarkirina îmzeyan ragihandibûn.

Em wek ”Federasyona Komeleyên Kurdistan li Swêd” piştgiriya însîyatîfa Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî û her usa Însîyatîfa HezKurdê jî dikin.

FKKS li Swêdê, ji bo daxwaza piştgiriyê zimanê Kurdî, ji parlameterên Swêdî û ji welatên din yên Ewrûpî kir. Heta niha me karîbû  ji 40î zêdetir îmzeyên parlameterên Ewrûpî tomar bikin. Li Swêdê, di vî warî de xebatên me bi dezgehên din yên Kurdî re didome.

Ji Ewrûpayê rewşa Tirkiyê û Kurdên li Tirkiyê çawa xuya dike?

Rewşa Tirkiyê bi giştî ne baş e. Rewşa îro ya Tirkiyê, ji rewşa serdema cunta ya eskerî ya sala 1980-90î xerabtir e. Beşek mezin ji butçeya Tirkiyê diçe bo şer, teqemenî û çekên giran.

Hukumeta AKP-MHPê li nav welat pê li hemû nirxên demokratîk û mafên mirovî kiriye. Dad bûye aleta siyasetê. Yasayên hene jî nayên bikaranîn. Hukumeta AKPê ji ber ku bi MHP´ê re bûye hevkar, xwe ji hemû nirxên mirovî  dûr xistiye û xwe teslîmê siyaseta nijadperest a MHPê kiriye.

Siyaseta nijadperestî jî şer û şîddet e. Asîmîlekirin, temirandina dengên azadîxwaz û tunekirina Kurdan e.  Dewlet baweriya xwe bi xwe nîne. Loma, ji naskirina mafên netewî û demokratîk yên Kurdan ditirse. Li gor wan azadbûna Kurdan, tunebûna dewleta Tirkiyê ye! Ji ber van tirsan e ku bi hezaran azadîxwaz, demokrat û siyasetvanên Kurd di hepsan da ne. Dewlet ne tenê li dijî kurdên Bakur e. Her usa li dijî xwedî statubûna Kurdan li hemû beşên Kurdistanê ye. Şerê xwe bir Rojavayê Kurdistanê, Efrîn û Serê Kaniyê dagir kiriyê. Roj tune ye ku Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna PKKê bombarduman nekin. Lê sebebên bikaranîna şîddetê û şerê li dijî kurdan û tirsa wan ya demokratkirina sîstema Tirkiyê, ne rast e.

Li tu derekî Cîhanê, numuneyek tune ye ku azadî û demokrasî, bi xwe ra xerabî anî be! Di rastî de ev siyaseta nijadperstî li dijî gelê Kurdistanê dimeşînin.

Rêjeya bê karî û betaliyê gelek bilind bûye. Qeyrana aborî daye binî, xelk di dereceya birçîtiyê de ye. Ew yeka jî bi xwe re pirs û pirsgirêkên civatê zêdetir kiriye. Şîddeta nav malê û kuştina jinan nûçeyên sereke yê Televîzyonan e. 

Rewşa partiyên Kurdistanî jî ne baş e. Heta niha hevkariyek netewî û niştîmanî ya mayende di nav wan de pêk nehatiye. Sebeba wî jî ev e ku, hin partî siayseta ”ez û ez, ne ez ne tu kes” dimeşînin. Hin jî di şûna ku cîhê xwe li cem partîyên Kurdistanî bigrin, ji bo berjevendiyên Partî û şexsên xwe dane dû partiya pro Kemalîst.  Ev yeka kêmasiyek mezin yê partiyên Bakurê Kurdistanê ye.

Sebebek din jî şerê çekdarî yê PKK´ê ye. PKK nêzî çil sal in ku şerê çekdarî dimeşîne. Di vî şerî de bi deh hezaran Kurd hatin kuştin û şehîdkirin. Bi sedan gund û bi dehan bajarên Kurdistanê kavil bûn. Lê di vî şerî de gundek jî azad nekirine.

Îro bi hezaran endam û kadirên HDPê bi hinceta têkiliya wan bi PKK-KCKê re heye hatine girtin û di zîndanan de ne. Ne tenê kadirên HDPê siyasetmedarên ku tu têkiliyên wan bi PKK´ê nebûne jî tên girtin û ji doza PKK-KCKê ceza dixwun. Ango şerê çekdarî yê PKKê bûye qertek di destê Tirkiyê ku bi wî qertî tevgêra azadîxwaz ya Kurdistanê bitemirîne. Her usa rewşa şerê çekdarî, dikare hêzên çekdar bike ajendeya dewletên din yê dagirker.

Loma, eger PKK bixwaze ji xwe re û ji gelê Kurdistanê re çêyîyekî bike, divê şerê çekdarî rawestîne û xebata siyasî û demokratîk ji xwe re esas bigrê. Di halek wisa de dikare rê li tevgêra siyasî ya Kurdistanî vebe. Hingê ti argument û qertên di destê dewletê de ku li dijî Kurdan bikar bîne namîne. Kurdên bikaribin di nav xwe de yektiyek netewî û niştîmanî pêk bînin. Li Cîhanê jî dikarin piştgiriyek navdewletî bibînin û bibin xwedî rumetek bilind.