image

PeyamaKurd - Serokê Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûriyê (ENKS) Siûd Mela li ser astengiyên di danûstandinên bi hevpeymana PYDê PYNK re dibêje, yekrêziya Kurdî karên wan ê sereke ye, lê pirsa girtiyan û destewerdana PKKê xalên nakok in.

Serokê ENKSê di hevpeyvîna bi Rojanemeya Kurdistan re de diyar dike, "Komîteyên diyalogê dikaribûn destkeftinên mezin û bilez pêk bianîna, lê xalên nakok li pêş wan rawestiyan, ji xalan jî, pirsa girtiyan û destwerdana PKKê di diyarkirina çarenivîsa gelê me de ne."

Siûd Mela di hevpeyvîna li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê, diyaloga Kurdî–Kurdî û rewşa tevgera Kurdî li Rojaveyê Kurdistanê axivî.

Serokê ENKSê dide xuyakirin, "Heger Neteweyên Yekbûyî û Amerîka ji herêmên me vekişin, emê bi metirsiyeke mezin re rûbirû bimînin; çi ji aliyê Tirkiyê ve û çi ji aliyê rêjîma Sûriyê ve."

Serokê ENKSê Sûid Mela li ser pirsa zêdebûna hejmara partiyan li rojavayê Kurdistanê wiha axivî:

“Di sala 2011an de dema me xwast hemû partiyan di çarçoveyekê de kom bikin, em deh partî bûn. Dema PYDê hat em bûn yazdeh partî… Dema rêjîmê şoreşa Sûrî ya aştiyane veguhast serbazî, destê xwe dirêjî nava tevgera Kurdî kir, bi armanca perçekirina wê… Herwiha gunehê ENKS û PYDê jî di wê yekê de heye, dema her aliyekî xwest partiyan ber bi xwe ve bikişîne, heta hejmara partiyan gihîşt sed partiyê.”

Li ser rewşa herêmên Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê yên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagîrkirin, Siûd Mela got:

“Me wek ENKSê ji destpêkê ve kiryarên ne mirovane yên li wan herêman dibin şermezar kirin û me daxwaza derketina grûpên çekdar ji wan herêman kir... Me gelek peyam arasteyî civaka navdewletî kirin. Piraniya wan grûpên çekdaran di bin navê Îtîlafa opozîsyona Sûriyê de derbas bûne. Me endametiya xwe di wê demê de di nava Îtîlafê de rawestand, lê Îtîlafê tekez kir ku ew ne li pişt wan grûpan e… Dema dagîrkirina Serê Kaniyê jî me şandeyek ji bo guftûgokirina bi Îtîlafê û Tirkiyê re pêk anî û şanda me bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê re civiya û jê re diyar kir ku ev kiryar nakevin berjewendiya doza Kurdî û Sûriye de û nakevin berjewendiyê dewleta Tirkiyê jî.”

Derbarê pêkanîna komîteyekê ji nava Îtîlafê ji bo şopandina kiryarên grûpên çekdar li Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê de, Siûd Mela got:

“Şanda ENKSê bi Îtîlafê re civiya û hemû belge derbarê binpêkirinên dibin de pêşkêş kirin û biryar hat dayîn komîteyek ji her du aliyan bê avakirin. Lê ji bilî hin karên biçûk nebûn, ji ber ku Îtîlaf bi awayekî cidî ew xal neşopandin û grûpên çekdar guh nadin biryarên Îtîlafê.”

Li ser diyaloga yekrêziya Kurdî ya di navbera ENKS û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) de, Serokê ENKSê wiha axivî:

“Yekrêziya Kurdî ji karên me yên pêşîne ye. Ev ji bawerî û armancên me ne û her dem daxwaza wê dikin. Em bi yekrêziya Kurdî re ne û ji bo wê armancê jî, Encûmena Niştimanî ya Kurd hat damezirandin. PYD tevlî ENKSê nebû û bi tena xwe çarçoveyek çê kir. Hemû dizanin ku em û PYDê wek hev nafikirin.”

Mela diyar kir: “Piştî dagîrkirina Efrînê, fermandarê Giştî yê HSDê destpêşxeriyeke yekrêziya tevgera Kurdî pêşkêş kir. Me wek ENKSê pêşwazî li wê destpêşxeriyê kir û tekezî jî lê kir. Lê tiştê em ji helwesta PYDê û hin kesên Rêveberiya Xweser kontrol dikin dibînin ku pêşwaziyê li wê destpêşxeriyê nakin. Piştre destpêşxeriya Fransî derket û piştre destpêşxeriya Amerîkî... Lihevhatina Kurdî ya di bin serperiştiya Amerîka de dê bandora wê ya bihêz ji bo pêşerojê hebe.”

Serokê ENKSê got: “Me dest bi diyalogê kir û me komîteyên danûstandinê ava kirin. Wan komîteyan dikarîn destkeftine mezin û bilez pêk bianîna, lê xalên nakok li pêş wan rawestiyan, ji xalan jî, pirsa girtiyan û destêwerdana PKKê di diyarkirina çarenivîsa gelê me de ne. Herwiha pirsên din ên nakok hene wek pirsa xwendiha, leşkeriyê, girêbesta civakî. Em dibînin ku girîng e ev pirs bêne çareserkirin.”

Derbarê damezirandina Bereya Aştî û Azadiyê de, Siûd Mela got: Tevgera Kurd ji dema destpêkirina şoreşa Sûriyê ve, bi yekgirtîbûna hemû pêkhatiyên wê (Ereb, Kurd, Siryan û Aşûrî) re ye û kar ji bo avakirina Sûriyayeke demokratî perlemanî kir. Berî şoreşê jî tevgera Kurdî di wê arasteyê de kar dikir wek (Ragihandina Şamê) û yên din… Berî vê Bereyê jî, pêwendiya me bi Rêxistina Asûrî û Teyar El Xed re bihêz bû û me dît ku divê ev pêwendî bê xurtkirin û vê Bereyê ava bikin. Pêwîstiya me pê heye, ji bo Sûriyayeke nûjen ava bikin… Emê kar bikin ji bo hemû pêkhate û hêzên siyasî tevlî wê bibin û ji bo bibe piştevan ji diyaloga Kurdî û danûstandinên Cenêvê re.”

Sûd Mela li ser metirsiyên rûbirûyî Rojavayê Kurdistanê dibin jî wiha got:

Rewşa Sûriyê bi giştî hestiyar e, lê taybetmendiyeke herêmên Kurdî heye, heger Netewên Yekgirtî û Amerîka ji herêmên me vekişin, emê bi metirsiyeke mezin re rûbirû bimînin, çi ji aliyê Tirkiyê ve û çi ji aliyê rêjîma Sûriyê ve. Dijmantiyeke cidî ji herêmên Kurdî re heye, ji ber wê em daxwaza çareseriyên siyasî û bicihkirina biryara 2254 di bin serperiştiya Netewên Yekgirtî de dikin, ji bo Sûriyayeke demokratî, firehalî û perlemanî bê avakirin. Çareseriyên serbazî dê çarenivîsa me ber bi rewşeke nediyar ve bibe.”