image

PeyamaKurd - Parêzer û akademisyen Solîn Hacador ku beşdarî bernameya Zeynep Cager ya NetewTVyê bû, li ser jiyana jinên kurd ên li diyasporayê nirxandinên girîng kirin.

Hacador dibêje, “Çawa ku jinên Kurd çeka xwe girtin û li Rojava li dijî DAÎŞê şer kirin, divê em jî bi penûsa xwe li dijî dijmin têkoşînê bidin.”

Jinên Kurd divê li dîyaspora çawa dengê xwe bilind bikin û piştgiriya Kurdan bikin?

Rola jina Kurd di gihandina heta niha ya  jiyana kurd û Kurdistanê de gelek girîng e û gelekî jî jina kurd li berxwe daye. Lê jina Kurd li ku derê cîhanê bijî bila bijî dikare alikariya Kurdistanê bike. Her çend welatê me di 4 perçayan de serbixweyî nîn e, bes jina kurd tu tiştek wenda nekiriye.  Jinên Kurd dikarin bi her awayî piştgirê welatê xwe bin. Çawa  ku jinên Kurd li Rojava çek girtin û li dijî DAÎŞê şer kirin, ne pêwîste em çek bigrin, em jî li Ewropa dikarin bi her awayî bi pênûsa xwe piştgirê welatê xwe bin.

Ev tişt gelek girîng e ku jina kurd bixwe bi stratejî be. Dema ku stratejî nîn be û bernameyek nede pêşiya xwe wê hertim belav be û jiyanake taybetmendî pêşkeve.

Ez dixwazin jiyaneke Kurdistanî û wekhevî pêşkeve. Jinên kurd li Ewropayê gelek çalak in rêz û hurmeta min ji wan re heye lê ev tişt heye, hêzek heye belav e. Ji ber vê dilê min gelekî xemgîn e ku jina Kurd ewqas hêza xwe heta sedsala 21mîn belav hiştiye û nayîne cem hev û bernameyekê nade pêşiya xwe.  Bernameyên stratejîk girîng in. Divê her sal bernameyek bide pêşiya xwe û wan tiştan pêk bîne. Ew jî ancax bi destdana hev dikarin pêk bînin.

Lobiya jinên Kurd li diyaspora çawa ye?

Divê di serî de jina kurd bixwe bawer be. Gelê min bila li min biborin. Lê rihê jina kurd lawaz e. Dibe ku di warê doza kurd û Kurdistan de, em mafdar û heqdar bin lê em bi bandor nîn in. Dibê em bi nav û deng bin.  Divê jina kurd strajiyekê û bernameyekê bide pêşiya xwe û lobiya xwe bi xwe bi fermî damezirîne. Dema lobiya xwe bi xwe damezrand wê her yek bi fermî karekî wê hebe. Dema ew xebat nehat çêkirin jî divê ew kesên berpirsiyar jî bên cezakirin.

Ger lobiya kurdan xurt be dikare bi reheti bigihêjin armanca xwe. Ger rihê Kurdatiye di dilê me de hebe em ê bejin ji bo netewa xwe, em vî karî dikin.  Kurd û Kurdistan di sedsala 21emîn de çima azad nebe. Ev dilê min diêşîne. Ger  em piştgiriyeke xurt ya diyaspora bidin pişta xwe, em dikarin vê di demek kin de pêk binin.

Piştî êrîşê DAÎŞê ya li ser Şengalê gelek xebatên we li ser jinên Êzidî hene. Hun dikarin hinekî behsa wan tiştan bikin. Heta we filmek li ser jinên Êzidî çekir.

Li ser bûyera Şengalê 7 sal derbas bû. Ez ne Êzidi me lê rihê min Êzidi ye. Tiştê bi destê DAÎŞe bi ser xwişk û birayê me yê Ezidî de hatin ez gelek êşandim. Min li ser vê bûyerê û jana Êzidiyan gelek tişt nivîsîn. Min xwest dengê wan bila bê bihîstin. Lê min dît ku van tiştê ez dinivîsinim nayê xwendin. Min jî go bila ez tiştekî bikim ku bila dengê Êzidiyan bigihîjînim gelek kêsî. Bila hemû kes bibîhîze ku çi bi serê wan de hatiye. Min jî sînema pejirand. Bi rastî sînema ne karê min e. Ji bo alîkarî bidim xwişk û birayê xwe yên Êzidî em filmekî çêdikin. Bi çêkirina vê filmê em hewil didin ku bi vê filmê taybet em ê bikaribin vê siyaseta antî propaganda ku di dema êrîşa DAÎŞe ya bi ser Şengalê de  ji bo Peşmergeyan hate gotin vala derbixînin û alîkariya xwişkê xwe yê Êzidî bikin.

Di nava civaka kurdan de netewperwerî pêş ketiye bi ya we? Hêviya we ji yekîtiyeke di nava Kurdan de heye?

Çanda êrîşkirinê ku di nava civaka Kurd û Kurdistan de heye ez gelekî jê aciz im. Partîperesti û olperestî gihîştiye asteke gelek xirab. Çawa kirin? Gotin ev serok xirab e, ev partî xirab e,  ev ol xirab e, ew kes ajan e. Bi vî awayî ji destê me Kerkuk çû, Efrîn çû, Şengal hate birîndar kirin. Yek bi yek diçe ji destê me, bes e êdî.

Em bibînin ku wêneyê me yê ji derve rastî jî gelek xirab bûye. Ez naxwazim êrîşî sîyasetmedaran bikim. Rêz û hurtmeta min heye û hedê min jî nîn e. Yê keda wan di Kurd û Kurdistanê de hebe hurmeta min heye.

Em çima êrîşî hev dikin bi rastî jî ez fêm nakim. Kesên di zindanê de em êrîşê wan bile dikin. Kesên di têkoşîna Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane êrîşê wan dikin. Tiştên ji bo cenabê Şex Said tê gotin dema ez dibihîzim rondik dikeve çavê min.

Tiştê ku em nizanin divê em êrîş nekin êrîşkirin tiştekî ne xweş e.  Ez ji civaka kurd û Kurdistanê rica dikim. Bila em ji hev hez bikin. Yekrêzî bila di nava kurdan de pêş bikeve. Em dibêjin yekîtî û yekîtî. Weleh yekîtî çênabe. Ez di nava malbata kurd de yekîtî nabînim ku di nava Netewa Kurd ya mezin de yekîtî çêbibe. Bila yekrêzî pêş bike û em ji hev hez bikin. Dema Me rêz ji hev re girt wê yekîtî jî pêş bikeve.