image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku ji Ewropayê Estonya û ji parzemîna Amerîkaya Naverast jî Guatemalayê Hizbullaha Lubnanê xistin nav lîsteya terorê û li ser axa xwe qedexe danîn ser.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo destxweşî li wan welatan kir û got, Estonyayê ji Ewropayê peyameke bihêz şand ji Hizbullaha Lubnanê re û li ser axa xwe qedexe kir, ji ber ku ew rêxistin li ser ewlehiya Estonya û hevbeşên navdewletî gef e.

Guatemala jî Hizbullaha Lubnanê wek rêxistineke terorîst pênase kir ku Amerîkayê ew jî wekî gaveke girîng nirxand.

Di nav sala 2020 de ji bilî Amerîkayê Estonya, Guatemala, Almanya, Lîtvanya, Kosova û Sîrbiyayê Hizbullaha Lubnanê xistine nav lîsteya terorê.

Hizbullaha Lubnanê ku sala 1982an hatiye damezrandin niha Hesen Nesrellah seroktiya wê dike û rêxistin û partiye bi ser Îranê ve tê naskirin.

Heta niha 22 welatan Hizbullaha Lubnanê xistiye nav lîsteya terorê ku bi terorkirina Serokwezîrê berê yê Lubnanê Refîq Herîrî jî tê tawanbarkirin.