image

PeyamaKurd – Bo êrîşên Tirkiyê yên li ser Rojava bisekine, Amerîka daxwaza rakirina wêneyên Abdullah Ocalan û alên PKKê ji HSDê û Rêveberiya Xweser kir.

Li gor ajansa nûçeyan a El Erebî, Amerikayê ji Rêveberiya Xweser û ji HSDê daxwaz kiriye, da ku wêneyên Ocalan û flamayên PKKê rakin. Amerika dibêje ku rakirina weneyên Ocalan û flamayên PKKê dê erîşên Tirkiye bisekinîne û herwiha HSD û hêzên din jî li Sûriyê nêziktirî hev bike.

Siyasetmedarê Kurd Mehmud Noh jî piştrast dike û dibêje: Amerîka vekirî dibeje eger HSD di siyaseta xwe ya nezikahiya PKKê de israr bike, heyina Rêveberiya Xweser jî dikeve metirsiyê.

Di derbarê bersiva HSDê ya li hember daxwaza Amerikayê Noh dibêje: ‘‘Niha di nava HSDê de du baskên cuda hene. Baskek tenê li gora fermana Qendîlê tevdigere. Baskê din jî di bandora Mazlum Ebdî de ye û ev berjewendiyên Rojava li ser hemî tiştî re digrin.Ev her du bask di nava xirecirekê de ne. Ez bawer nakim bi temamî vê daxwaza Amerikayê qebûl bikin. Baskê Qendilê bi hêztir e û bandora wê bêhtir e.