image

PeyamaKurd – Li demeke ku yi Viyanayê gotûbêjên ser Peymana Nukleerî ya ligel Îranê têne kirin, rêveberiya Amerîkayê ragihand ku ew amade ne sizayan ji ser Îranê rakin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price ragihand, ew ji bo vegera li peymana nukleerî amade ne gavên pêwîst biavêjin û wiha axivî: “Em amade ne sizayên li ser Îranê yên ne girêdayî peymana nukleerî rakin, lê ev yek di şev û rojekê de pêk nayê.”

Herwiha Senatorê Partiya Komarî Tom Cotton jî li ser vê daxuyaniyê got, rakirina sizayan bi siyaseta Tehranê ya terorî re nagunce.

Li aliyê din hejmarek endamên Senatoyê jî Serokê Amerîka Joe Biden ji bo vegera li peymana nukleerî hişyar dikin û helwesta Biden a bo Îranê wekî helwesteke ‘şermokî’ bi nav dikin.