image

PeyamaKurd - Rêveberê giştî yê gumrikên herêma Kurdistanê Samal Ebdulrehman got, gumrik li deriyên sînor bi sîstem kar dike û rê ji qaçaxçîtiyê re nayê dayîn, ew qaçaxçîtiya tê kirin li deriyên sînor li derveyî sîstema gumrikê li deriyên sînor tê kirin.

Samal Ebdulrehman ragihand, pêkanîna hêzeke leşkerî û ewlehiyê bo rêgirtina li qaçaxçîtiya deriyên sînor dê bandorekî erênî li ser dahata deriyan û rêxistina tevgera bazirganî bike.

Rêveberê giştî yê gumrikan bibîr xist ku ew dê hemahengiyê li gel hêzên hevbeş bikin û diyar kir, "Rêgirî li rewşên qaçaxçîtiya li deriyên sînor ne tenê erkê gumrikan e, erkê hemû hêzan e wek polîs û asayîş û zêrevanên sînor.’’

Hêjayî gotinê ye, di civîna roja 07.01.2021ê ya encûmena wezîran de li ser erkdariya serokwezîr Mesrûr Barzanî, wezareta navxwe û Pêşmerge bo avakirina hêzeke taybet û hevbeş hatin erkdar kirin.