image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi biryareke Serokomariya Tirkiyê li 12 herêmên bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê, heta dawiya sala 2021ê qedexe hatiye ragihandin.

Li gorî biryara ku Parêzgariya Colemêrgê bi daxuyaniyekê belav kiriye, li Colemêrgê û navçeyên wê 12 herêmên ewlekariya taybet hatine ragihandin û heta dawiya sala 2021ê çûnûhatina wan herêman qedexe ye.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku qedexe ji bo pêşîgirtina terorê û çalakiyên PKKê û bi mebesta welatî neyên mexdurkirin hatiye standin.

Hat eşkerekirin ku qedexe li herêmên diyarkirî yên navenda bajêr û navçeyên wê heta 31ê Kanûna 2021ê wê berdewam bike.