image

PeyamaKurd – Li Sûriyê li Cerablûs û navçeya Babê bi fuzeyan êrîş birin ser her dû ciyan û di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 18 kes birîndar bûn.

Êrîşekî ji wan bo ser navçeya Cerablûsê ku dikeve beramberê Qarqamîşê li devera Hamranê hatiye kirin û êrîşa dinê bo ser Babê li devera Terhînê kirine. Êrîş ber destê êvarê çêbûne. Li her dû deveran dezgeyên petrolê hene ku di wan de bi awayeka kevnare petrola xam tê rafînerîkirin û li wan deveran gelek tankêr bi bandora fuzeyan teqiyane.

Di êrîşa Hamranê de 1 sîvîn can daye û 18 kes birîndar bûne. Li ser êrîşa Terhînê heya niha ti agahî nehatiye dayîn.

Nehatiye tesbîtkirin bê fuzeyên balîstîk ji aliyê kê de hatine avêtin.