image

PeyamaKurd – Bi sedema vekirina deriyên sînor yên Herêma Kurdistanê re, Komîsyona Bilind ya Têkoşîna bi Kovid-19 ê re ya Herêma Kurdistanê tedbîrên nû danî. Bi vekirina deriyên sînor yên bi Tirkiyê re deriyê Îbrahîm Xelîl, deriyên bi Îranê re yên Başmax, Haci Omeran û Perwizxan, bi şertên ku şertan bicîh bînin wê hêsanî bên çêkirin.

Eger kesên ji Tirkiyê û Îranê derbasî Herêma Kurdistanê bibin û di wan de Kovid-19 bê tesbîtkirin, dê wan bi paşde bişînin. Tenê wê hemwelatiyên Kurdistanê karibin derbasî axa herêma Kurdistanê bibin û wan bixin karantînayê.