image

PeyamaKurd – Binkeyên rêxistina terorîst a DAIŞê yên nêzîkî Mexmûrê, ji aliyê Wezareta Berevaniya Brîtanyayê hatin bombebarankirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Brîtanyayê, bombebaranên balefirên şer ên Brîtanyayê, di çarçoveya Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî DAIŞê û bi hemahengiya hêzên Iraqê ve êrîş li ser binkeyên DAIŞê pêk hatiye.

Li gor zanyariyên çapemeniyê, biryara êrîşên esmanî roja 23.03.2021ê li Wezareta Berevaniya Brîtanyayê hatiye dayîn.

Balefirên şer  ên Brîtanyayê, çend bombebaranek li binkeyên DAIŞê yên di nav şikeftên çiyayê Qereçûx ên nêzîkî Mexmûrê pêk anîne û di wan êrîşan de, moşekên Storm Shadow hatine bikaranîn.

Moşeka Storm Shadow, moşekeke bihêz a hevbeş ji aliyê Brîtanya, Fransa û Îtalyayê ve hatiye çêkirin û yek ton û 300 kîlo ye û 5 metre û 10 santîm jî dirêj e.