image

PeyamaKurd – Balyozxaneya Brîtanya ya li Bexdayê li ser êrîşa dijî ofîsa PDKê ya li Bexdayê û şewitandina Ala Kurdistanê ji aliyê milîsên Heşda Şeibî ve daxuyanî da û êrîş bi tundî şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Qralîyeta Yekgirtî êrîşa doh ya bi ser ofîsa Bexdayê ya PDKê de bi tundî şermezar dike.”

Herwiha hat diyarkirin ku hêmana bingehîn ya demokrasiyê çareserkirina pirsgirêkan bi rêya dîyalogê ye û gavên ku hikûmeta Iraqê bo cezakirina êrîşkaran de avêtine bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin.