image

PeyamaKurd - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, îro 23yê Sibatê di koma partiya xwe ya parlamena Tirkiyê de gotarek pêşkeş kir û tê de li ser mijara operasyona Garê û bersiv da tohmetên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu.

Buldan dibêje, eşkere ye ku operasyona Garê ne ji bo azadkirina dîlan bû û di encamê de jî ji bo deshilatdariya Tirkiyê bûye xala şikestinê.

Hevseroka HDPê Pervin Buldan got, her çiqas desthilat ji hesabdanê bireve jî, ew dê mijara operasyona Garê ji bo lêpirsîna desthilatê di rojevê de bihêlin û wiha axivî: “Hikûmeta AKP ji pirsa Garê direve, ji ber tawanbar e û bi rêya bêbextî û armanckirina HDPê divê raya giştî têk bide û şikestin û tawanên xwe veşêre. Eger armanca desthilatê rizgarkirina wan 13 dîlan bûya operasyoneke wiha nedikir.”

Pervin Buldan bersiva Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu da ku di çend roj bêrê îddîa kiribû, Parlamentera HDPê ya Agirî Dilan Dirayet Taşdemir demek berî operasyonê serdana Çiyayê Garê kiriye û piştî axaftina Soylu jî Serdozgeriya Komarê ya Enqerê, lêpirsîn derbarê wê parlamenterê de dabû destpê kirin.

Buldan bal kişand ser ku Soylu bi gotin û daxuyaniyên xwe çav berdaye cihê Erdogan û li ser tohmetên derbarê HDPê de got: “Çi karê parlamentera me li Garê heye? Parlamentera me bo çi biçe Garê? Hevalên hêja, parlamenterên me li wê navçeyê tenê yek cih heye biçinê, ew jî Hewlêr e bi armanca hevdîtina ligel Barzanî, yan bi armanca hevdîtinan ligel aliyên siyasî yên wê derê ye, car caran parlamenterên me diçin Hewlêrê û vedigerin. Ji xeynî wê diçin derveyî welat, diçin Ewropayê. Niha hûn dizanin sedema wê tirsê çi ye? Tirsa veşartina tawanên xwe ne. Belê Dilana hevala me doh hûrgilî bo raya giştî belav kirin û bang li wan kesên tohmet lê kirine kir ku rastiya axaftinên xwe îspat bikin. Ez jî heman wê bangê dubare dikim, dibêjim îspat bikin, eger îspat nekin, bêbext in.”