image

PeyamaKurd – Li gundê Şêxûtka yê navçeya Bilbilê ya Efrînê, çekdarên Tirkî xortekî Kurd, piştî ku neçarî dayîna fidyeyê kirin, berdan.

Li gorî zanyariyên ji Afrinpostê, milîsên “Ceyş El-Nuxbe” pêr xortê Kurd ê bi navê Henan Reşîd “Bixoro” ji şêniyên gundê Şêxûtka, piştî ku 300$ da berda.

Çekdarên Tirkî, xort Henan ji mala wî ya li gundê Şêxûtka bi hinceta tevlîbûna nava YPGê desteser kir û beramberî pereyan jî berda.

Ev cara sêyemîn e ku şênî Beşar bi heman tawanê tê binçavkirin ku cara yekê 200$ û cara duyemîn jî 400$ da.