image

PeyamaKurd – Li bajarê Girêspî yê Rojavayê Kurdistanê, zilamekî ku çend roj berê ji aliyê komeke çekdar a bi ser Tirkiyê ve hatibû revandin, kûştî hat dîtin.

Navenda belgekirina binpêkirinan a li bakurê Sûriyê ragihand ku îro Yekşemê li ser riya gundê Kormaze yê Girê Spî cenazeyê kesê bi navê Ebdullah Şhadê El-Xalid kuştî hatiye dîtin.

Navendê daye xuyakirin, ji bo standina fidye çekdarên girêdayî Tirkiyê beriya çend rojan, Ebdelah yê ji gundê Xirbit ElRiz yê Girê Spî revandiye.

Herwiha li gorî navenda belgerina binpêkirinan, li Serê Kaniyê jî, çekdaran ciwanê bi navê Xalid El-Hisên El-Elî bi îşkenceyê kuştiye ku 6ê Tebaxê çekdaran Xalid û 3 pismamên wî revandibûn.

Navendê ragihandiye ku ji Adara 2018an heta niha 104 kes di girtîgehên çekdaran de li herêmên hatine dagirkirin, hatine kuştin.