
PeyamaKurd – Parêzgariya Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, tevahiya çalakiyan heta 15 rojan hatin qedexekirin.
Parêzgariya Colemêrga Bakurê Kurdistanê, ji derveyî çalakiyên bi destûra parêzgarî û qeymeqamiye, encamdana çalakiyên weke; meş, mitîng, xwepêşandan, belavkirina belavokan, konser, çalakiyên protestoyî, greva birçîbûnê, vegirtina çadiran, lidarxistina şano û sînevîzyon û hemû cûreyên çalakiyên wek wan, heta 15 rojan hatin qedexekirin.
Sedema qedexekirina çalakiyan, ji aliyê Parêzgariyê Colemêrgê ve, weke vîrusa Koronayê û tedbîrên rêlibergirtina belavbûna wê vîrusê û “parastina xelkê ji vîrusê hat destnîşankirin”
Li gor daxuyaniyê, ew qedexe li ser raspardeya Wezareta Tendirustiyê hatiye bi sedema zêdebûna bilez a hejmara nexweşên Koronayê.
Qedexeya dê îro, 16/01/2021 destpê bike û heta roja 31/01/2021 berdewam bike.
Add Comment: