
PeyamaKurd – Berdevkê hukumeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil bo çapemeniyê ragihgand ku di civîna encumena wezîran de, îro biryara perwerda rû bi rû ya normal bo 1 ê meha adarê hatiye dayîn.
Adil ragihand ku di civîna îro de li ser 3 mijarên esasî rawestiyane. Yekem mijar budeçeya sala 2021 ê bû ye ku wezîrê darayî û plandananê pêşniyarên xwe kirine.
Serokwezîr Barzanî ji temamê wezaretan xwestiye ku temamê mesref û dahatên xwe di nava yek hefteyekî de bidin Heyeta Bilind ya Aboriyê.
Di civînê de li ser tenzîma deriyên sînor û bo ewlehiya wan, avakirina hêza taybet hatiye axaftin. Adil ragihand ku di sînoran de li ser dahat û mesrefa darayî rawestîne û dê pêşî li bazirganiya nefermî bigrin.
Di civînê de wezîrê tenduristiyê li ser rewşa Kovid-19 ê axifiye û wezîrê perwerdê ragihandiye ku dikarin di 1 ê adarê de dest bi perwerda normal bikin.