image

PeyamaKurd - Wezareta Tendrustiya Hikûmeta Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de, 237 kesên din bi koronayê ketine, 83 kes baş bûne û ti wefat nehatine tomarkirin.

Di daxuyaniya îro 28ê Sibatê ya Wezareta Tendirustiyê de hat ragihandin ku di nav 24 saetên dawî de li seranserê Herêma Kurdistanê 237 kesên din bi vîrusa koronoyê Coid-19 ketine û 83 nexweş jî baş bûne.

Herwiha hat eşkerekirin ku di nav 24 saetên dawî de ti kes ji ber nexweşiya koronayê nemiriye.

Li gorî amarên Wezareta Tendirustiyê heta niha li Herêma Kurdistanê Tûşbûn 108 hezar û 954 kes bi koronayê ketine ku ji wan 103 hezar û 514 kes baş bûne.

Herwiha heta niha 3 hezar û 519 kesan ji koronayê can daye û niha 1.921 kes jî di bin çavdêriyê de ne.