
PeyamaKurd – Hunermend, kemanjen û şefê orkestrayê yê navûdengî Dilşad Seîd, notayên sirûda ‘Ey Reqîb’ a netewî ji bo orkestreyan tomar kir ku êdî di merasîmên fermî de li hemû cîhanê dikare bê bikaranîn.
Dilşad Seîd ji Rûdawê re daye xuyakirin ku Hikûmeta Fransayê daxwaz kiriye notayên sirûda niştimanî ya Kurdistanê bidin wan û ji ber ku wan dixwest roja 7ê Îlona 2016an di merasîma pêşwazîkirina Serok Mesûd Barzanî de bi şêweyekî fermî li Koşka Serokatîyê ya Élysée bê lêxistin.
Dilşad Seîd dibêje: “Mixabin take astengî li ber birêvebirina wê merasîmê berdestnebûna notayên sirûda niştimanî ya Kurdistanê bû. Lewma destpêşxeriya wan handerê rasteqîne bû da ku Ey Reqîb bi şêweyî orkestrayî bê dariştin, bi curek li gel standardên tên xwestin grûpên musîqayên serbazî û orkestraya sîmfonî guncaw be.”
Dilşad Seîd herwiha got, pêşerojê di bernameya min de heye bi şêweyê koral û herwiha bi dengê stranbêjên Kurdistanê jî Sirûda Ey Reqîb tomar bikim.
Piştî noteyên li gorî standarên orkestrayên cîhanî êdî Ey Reqîb dikare li hemû welatan ji aliyê komên senfoniyên leşkerî û hunerî de bêyî ti pirsgirêkekê were lêxistin.
Sirûda niştimanî ya Kurd Ey Reqîb cara yekem li Komara Kurdistanê ya Mehabadê 22yê Çileya 1946an ango rojek wek îro bi fermî li Meydana Çarçira wek sirûda niştimanî ya Kurdistanê hatiye gotin.
Şairê Ey Reqîb Dildar Yûnis (1948-1918) e ku xelkê bajarê Koye ya Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ye û wek sirûda niştimanî ya Kurdistanê hatiye qebûlkirin.
Ey Reqîb! Ey reqîb her, maye qewmê Kurd ziman Naşikê û danayê bi topê zeman Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan Em xortên rengê sor û şoreş in Seyr bike xwîna diyan me da rijand Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan Lawê Kurd rabûye ser pê wek şêran Ta bi xwîn nexşîn bike tacê jiyan Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan Em xortên Mîdya û Keyxusrew in Dîn îman û ayina me, her niştiman Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan Xortê Kurd tev hazir û amade ne Canfîdane, canfîdane, her canfîda Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan
Add Comment: