image

PeyamaKurd - Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, hinek belge û îtîrafên komeka ji tora sîxurî ya ku berê ji aliyê hêzên asayîşa Kurdistanê de li devera Behdînanê hatibûn desteserkirin û dadgehê wan bi cezayê 6 salan ceza kiribû, belav kir.

Li gor îfadeyên wê koma sîxurî; wan ji xwe re komekî biçûk ya sîxuriyê ava kiriye. Kom di nav xwe de agahiyan kom kiriye, perwerda çekên bêdeng dane û xwestine nizama siyasî ya Herêma Kurdistanê biguherînin.

Koma sîxurî her weha dîmenên karwanên serbazî, emnî û asayîşê yên Herêma Kurdistanê girtine û rast e rast pêwendiyên wan bi PKK ê re hebûye.