image

PeyamaKurd - Nûnerê Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) li başûrê Kurdistanê Newaf Reşîd ji bo Aldar Xelîlê ku sivikatî li Pêşmergeyên Roj kiribû got, li gor plana PKKê dixwaze aloziyê û pirsgirêkan di navbera aliyên kurd ên li Rojavayê Kurdistanê de ava bike û ENKS dixwaze ew kes ji erka seroktiya şandê bê dûrxistin.

Newaf Reşîd ji medya Kurdistanê re ragihand: “Ji ber sivikayî û heqaret bi Pêşmerge kiriye, wek ENKS me daxwaz kiriye Aldar Xelîl ji şandeya danûstankar a TEV-DEMê bê dûrxistin. Yan jî heta daxwaza lêborînê ji hêzên Pêşmergeyên Roj neke li gel TEV-DEMê em jî dê rûniştinan boykot bikin. Ji ber Aldar bi plan û palderiya PKKê ve çend care dema ENKS û TEV-DEM digehin rêkeftinê ew dixwaze aloziyê ava bike.”

Reşîd destnîşan kir, “Divê Aldar Xelîl li pêş dayîkên şehîdan ên Pêşmerge serê xwe daxe, ti demekê leşkerê Pêşmerge derveyî berxwedana kurdîtiyê û parastina axa Kurdistanê navê wî têkelî ti tiştekî din nebûye.”

Newaf Reşîd got: “Mazlûm Ebdî û nûnerê Amerîkayê yê ji bo guftûgoyan hatine agahdar kirin ku tişta Aldar Xelîl kiriye, pêngaveke bo têkdana rewşa Rojavayê Kurdistanê û çêkirina binpê kirinane di navbera hêzên siyasî de.”