image

PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Dr. Firsat Sofi derbarê îdia û nûçeyên li ser dîmenên kevn ku dibêjin, piştî êrîşa Heşda Şeibî ya doh li Bexdayê bi ser avahiya PDKê û şewitandina Ala Kurdistanê de, li Hewlêrê jî Ala Iraqê hatiye şewitandin got, "Alaya Iraqê li Hewlêrê nehatiye şewitandin. Dîmen û nûçeyên li ser medya civakî têne belavkirin, ne li Hewlêrê ne û kevn in."

Firset Sofî li ser mijarê ji K24ê re ragihandiye, "Ev vîdyoya ku li ser medyaya civakî tê belav kirin, wekî şewitandina ala Iraqê li Hewlêrê, wekî berteka li hember şewitandina Alaya Kurdistanê li Bexda, bê bingeh e û nerast e. Ew vîdeo kevn e û sala 2017an hatiye kêşan.”

Sofî wiha pê de çû: "Me wekî rêveberiya parêzgeha Hewlêrê û komîteya ewlehiyê li parêzgehê, me hemû asayîş û polîs agahdar kirine. Ser navê çi tiştî rê nedin çi kes hewl bidin êrîşî nîşanan bikin, yan jî xwedê neke alayan bisojin. Nabe êrîşan bidin ser çi reng û nîşanên çi aliyan."

Firset Sofî destnîşan kir ku kiryarên wisa di çand û ferhenga civaka Kurdistanê de nîne û bang li hemû kes û aliyan kir ku êrîşî ti sembol û alayan nekin û wiha got: "Bi wan kiryaran em ji wan kesan baştir nabin!"

Milîsên Heşda Şeibî doh avêtibûn ser avahiya PDKê ya Bexdayê digel agirvedana avahiyê, ala Kurdistanê jî şewitandibûn û ala xwe danîbûn ser avahiyê ku bertekên tund bo vê êrîşa rûreşî hatin nîşandan.