image

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand, hîn Iraq di bin metirsiya terorê de ye.

Wezareta Derve ya Iraqê îro 23yê Sibatê ragihand ku Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên doh bi Emîndarê Giştî yê Parlamena Hevkariya Kendava Erebî Nayif Hecref civiya ye.

Fuad Husên û Nayif Hecref di civînê de bal kişandine ser ku asayîşa Iraqê bandorê li ser asayîşa Kendava Erebî jî dike.

Wezîrê derve yê Iraqê Fuad Husên di hevdîtinê de diyar kiriye, kiryarên terorîstî yên vê dawiyê li Iraqê nîşan didin ku hîn metirstiya terorê li ser Iraqê berdewam dike.