image

PeyamaKurd – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Diyarbekirê bi Partiyên Tifaqa Kurdistanî re civiya û destnîşan kirin, biryar dane da ku Tifaqê mayînde pêk bînin û wê tifaqê hilnaweşînin.

Hevserokê Giştî yê HDPê îro jî bi partiyên Tifaqa Kurdistanî re civiya ku hevpeymanên hev in di hilbijartinan de. Di kongreyeke rojnamevaniya hevbeş de Mîthat Sancar diyar kir, civîna wan a bi partiyên Tifaqa Kurdistanî re erênî bûye û wan sûdeke mezin jê girtiye.

Herwiha Mîthat Sancar da zanîn, Tifaq ji bo hilbijartinan hatibû pêkanîn, lê wan îro biryar daye ku wê Tifaqê mayînde bikin û hilneweşînin.

Hevserokê Giştî yê HDPê got: “Îro li Amedê, li gel partiyên Îtifaqa Kurdistanî em civiyan. Lidarxistina civînekî wiha li ser daxwaziya me bû. Ez spasiya wan jî dikim ku ev civîn rêkxistin û tê de amade bûn. Ev ji bo me civînekî erênî û avaker bû.”

Di derbarê naveroka civînê de jî Sancar destnîşan kir: “Me çendîn mijar jî bi awayekî eşkere gotûbêj kirin. Me sûdeke mezin ji vê civînê girt û herwiha me hinek biryarên şênber jî wergirtin” û da zanîn, “Ev Tifaqa Partiyên Kurdistanî ku beriya niha ji bo hilbijartinan hatibû avakirin, êdî dê weke platformeke mayînde bimîne û hemû alî jî li ser vê yekê hevnêrîn bûn.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Mîthat Sancar diyar kir: “Piştî hilbijartinan jî di vî warî de hevdîtin hatibûn kirin, lê îro me bi awayekî eşkere gotûbêj li ser mayîndekirina vê Tifaqê kir. Pêngava yekem a mayîndekirina vê Tifaqê jî îro hat avêtin. Ango me biryar da ku ji bo mayîndekirina Tifaqa Partiyên Kurdistanî kar bê kirin. Em civîna îro jî ji bo wê Tifaqê weke destpêkekê dibînin.”