image

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand ku êrîş û topbarana ser bajaroka Eyn Îsa û gundewarên wê ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdar ve berdewam dike û di navbera wan û çekdaran de şer qewimîye.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniya HSDê de hatiye diyarkirin ku artêşa Tirkiyê êrîşên xwe li ser gundewarê Eyn Îsa û gundên Girê Spî zêde kirine û di wan êrîşan de bi taybetî gundên Huriyê, Xoşan, Xalidiyê û rêka M4 hatine hedefgirtin.

HSDê da xuyakirin, şervanên wan di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrîşan dane û di encamê de, li xeta Xoşan û Xalidiye pêvçûn qewimîne ku di wan pêvçûnan de 3 çekdar hatine kuştin, 7 jî birîndar bûne.