image

PeyamaKurd - Seroka Desteya Rêveberiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed li ser êrîşên komên çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê yên bi ser Eyn Îsayê de got, hêzên Rûsyayê ji êrîşan berpirsyar e.

Îlham Ehmed ji K24ê re daye xuyakirin, hêzên Rûsyayê li Eyn Îsayê dimînin û ew di ber êrîşên li ser wê herêmê çêdibin de berpirsayar e.

Ehmed got, divê Rûsya li gor rêkeftina ku bi Tirkiyê re îmze kiriye, tevbigire û bi erkên xwe rabe.

Hêjayî gotinê ye, ev zêdetirî 40 roj in herêma Eyn Îsayê rastî topbarana komên çekdar tê ku çend roj berê jî êrîşeke bejahî hat kirin û şer di navbera wan û şervanên HSDê de derketibû.