image

PeyamaKurd – Mîrgehên Yekgirtî yên Erebî (Îmarat) dayîna vîzeyan bo hemwelatiyên 13 welatan rawestand ku di nav de Tirkiye, Îran û Iraq jî heye.

Ajansa Reutersê ragihandiye ku giştînameya koçberan a hikûmeta Îmaratê 18 Mijdarê ketiye warê cîbicîkirinê û bi rawestandina vîzeyan jî aliyên pêwendîdar hatine agahdarkirin.

Li gorî biryara Îmaratê ya bo vîzeyan, hemwelatiyên 13 welatan bi sedemên ewlehiyê heta demeke nediyar nikaribin serdana Îmaratê bikin.

Di qedexeya vîzeyê de welatên; Tirkiye, Cezayîr, Yemen, Libya, Kenya, Iraq, Îran, Suriye, Somalî, Lubnan, Pakistan û Tûnis hene.

Herwiha hatiye ragihandin ku biryara Îmaratê kesên beriya niha vîze wergirtine li xwe nagire û ew kes dikarin derbasî nav sînorên Îmaratê bibin.

Hêjayî gotinê ye, Îmaratê ev biryar piştî peymana ligel Îsraîlê ya asayîkirina têkiliyan wergirtiye ku hejmarek welatên erebî û cîran di serî de jî Îran li dijî wê rêkeftinê ne.