image

PeyamaKurd – Tevî ku hêzên ewlekariya Iraqê gelek rêyên serekî yên Bexdayê girtin û hêzeke mezin belav kirin jî bi hezaran xwepêşander di salvegera xwepêşandanên Iraqê de ji bo kesên tiliya wan di kuştina xwepêşanderan de hene bên cezakirin û daxwaziyên wan werin bicihanîn car din derketin qadan.

Komseriya Bilind a Mafên Mirovan jî bang li xwepêşandêran kir ku çalakiyan xwe bi awayekî aştiyane li dar bixin û herwiha bang li hikumeta Iraqê jî kir, li xwesetekên rewa yên xwepêşandêran guhdarî bike.

Roja îna derbasbûyî çalakvanên Iraqê ragihandibûn ku ew ji bo salvegera yekemîn a xwepêşandanên ku banga hilweşandina çîna siyasî ya desthilatê kirine, amade ne roja yekşemê car din dakevin qadan.

Herwiha hevdem Eniya Teşrîn bi beşdariya 21 tevgerên ku nûnertiya xwepêşandêran dikin hatibû ragihandin.