image

PeyamaKurd – Pêşewa Qazî Mihemed wek Serokomar, 75 sal beriya niha roja 21ê Çileya 1946an de, li Mehabadê damezrandina Komara Kurdistanê ragihand û sonda yasayî xwar.

Komara Kurdistanê 75 sal berê hat damezrandin û aliyên demokrat dibêjin, her çiqas temenê komarê kin bû jî, xwestek û daxwaza gelê Kurd bû ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê û bûye sedema çêbûna çend hêmayên girîng ên Kurd, ku heta niha jî li her çar parçeyên Kurdistanê, Kurd li ser wan hêmayan yek in.

Bi pêşengiya Pêşewa Qazî Mihemed, berî 75 salan Komara Kurdistanê li qada Çarçira ya Mehabadê hat ragihandin. Di cara yekem a ragihandina Komarê de armanca wê, damezrandina komareke demokrat a Kurdistanê bû.

Her çiqas Komara Kurdistanê, li Mehabadê hat ragihandin jî, ji hêla Kurdistaniyên her çar parçeyên Kurdistanê dihat parastin.

Mela Mistefa Barzanî bi hêzên Barzan, hêzên sereke yên parêzvanên vê komarê bûn. Qazî Mihemed bi parêzwaniya hêzên Barzan gelekî bawer bû û ji ber wê, beriya îdamê Ala Kurdistanê dabû destê ewle.

Temenê Komara Kurdistanê 11 meh bû, lê destpêkeke zelal û eşkere bû ji bo serxwebûnxwazên Kurdistanê. Lewra piştî ku Yekîtiya Sovyetê bi Hikûmeta wê demê ya Îranê re li hev kir û di nav bêdengiya zilhêzên din de dawî li Komarê anî û pêşengên komarê dar ve kirin. Lê piştî 75 salan, xewna serxwebûnê her zindî ye û îradeyeke bihêz daye.