image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema salvegera 75 saliya damezrandina Neteweyên Yekgirtî pamekî pîrozbahiyê belav kir. Di peyamê de behsa alîkariya NY bo Kurdistanê kir û xebata NY bi qedir nirxand.

Barzanî peyama xwe di ser hesabê xwe yê Twitterê de belav kir. Barzanî got ku desteka mirovî ya Neteweyên Yekgirtî bo Kurdistanê û xebatên wan bo Kurdistanê gelek bi qiymetin û Herêma Kurdistanê di xebatên aştiyê de girêdayê xebatên Neteweyên Yekgirtîne.