image

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navçeya Yeşîlyûrdê li taxa Yavûz Selîm zilamê bi navê Huseyin Ördek (46) ku melaye û jina bi navê Nergiz Beyaz (39) di malê de munaqeşe kirin û bi kêran lihev xistin. Jin û mêr bi fermî na lê weka dînî zewicandî bûn û zarokekî wan ya 7 salî heye.

Li ser hawara zaroka wan ya 7 salî cîran xeberê dan polîs û tîmên tenduristiyê. Her dû tîm çûn ciyê bûyerê û di malê de jin û mêr birîndar dîtin. Her dû birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya bajarê Meletiyê.

Her dû li nexweşxanê can dan û cenazeyên wan bo otopsiyê birin Tib a Edlî ya Meletiyê.