image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li serbajarê Amerîkayê Washingtonê kompanîyeke lobîyê bo kurdan bi navê Covington hat damezrandin.

Hat zanîn ku wê bi vê kompaniya lobîyê Kurd hewil bidin daku bi îdareya nû ya Amerîka re di bin Saziya Dadperwerî ji bo Kurd de, lobiyan bikin.

Serokê saziyê Stevên Kaplan diyar kiriye ku ew serbixwe ne û ti alîkariyeke darayî ji ti kesî wernagirin. 

Zêdetirî 100 endamên wê saziyê hene ku beşek berçav a wan di îdareyên berê yên Amerîka de kar kirine.

Herwiha Serokê saziyê Steven Kaplan gotiye, ji endamên wan ji aliyên cuda ne û dikarin bi hemû hikûmetekê re peywendiyan deynin.