image

PeyamaKurd – Di nav 24 saetên borî de, li seranserê Herêma Kurdistanê 4 kes ji ber koronayê mirin û 69 kesên din jî pê ketin.

Wezareta Tenduristiya Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 69 kesên din li Herêma Kurdistanê bi vîrusa koronayê ketine û 4 kesan jî wefat kiriye.

Herwiha hat eşkerekirin ku 971 pêketiyên koronayê jî baş bûne.

69 kesên di 24 saetên borî de bi vîrûsa koronayê ketine; 17 kes li Hewlêrê, 17 kes li Silêmaniyê, 33 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ne.

4 kesên wefat kirine jî 2 kes li Silêmaniyê û 2 kes li Duhokê ne.

Bi van hejmarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinan gihîşt 104843 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 431 kes û heta niha 83 hezar û 872 kes jî baş bûne.