image

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê amarên dawî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, di nav 24 saetên borî de 1092 kesên din ên bi koronayê ketine hatine tomarkirin û 5 kesan jî ji nexweşiya koronayê can daye.

Herwiha hat diyarkirin ku di nav 24 saetên dawî de 483 nexweş jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara mirinên ji koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 3 hezar û 761 kesan û ya pêketiyan jî bû 128 hezar û 139 kes.